Hejmara kesên li Nisêbînê hatin qetilkirin derket 8’an

Li navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 9’an sivîlekî din ku bombeavêj li serî wî ket hat qetilkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê “qedexeya derketina kolanan” ku ket roja 9’an, êrîşên dewleta Tirk bi awayekî dijwar didomin. Saetên şevê tîmên taybet welatiyê bi navê Şerîf Alpar qetil kirin. Taxên Abdulkadîrpaşa û Firat ku bi şevê êrîşên bi tank, top û bombeavêjan zêde bûn tax heta sibehê hatin gulebarankirin.

Şerîf Alpar (55) ê xwest ji Taxa Abdulkadîrpaşa biçe cem xizmên xwe yên li Taxa Firat, dema di Kolana Kordon re derbas dibû bi bombeavêja ji wesayîta zirxî hat avêtin ji serê xwe derb xwar. Alpar li vir jiyana xwe ji dest da. Alpar ê piştî demekê cenazeyê wî hat rakirin birin hewşa malekê.

Ji ber êrîşên zêde yên dewleta Tirk cenazeyê Alpar hê jî li hewşa malê ye.

Li Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 9’an hejmara kesên hatin qetilkirin derket 8’an.