Hejmara kesên li Farqînê hatin qetilkirin derket 9’an

Hate zanîn ku li navçeya Farqîn a Amedê di dema qedexeya 12 rojan de, welatiyê bi navê Latîf Nangîr (78) jî di 6'ê Mijdarê de di êrîşên leşker û polîsan de ji ber dengê bombe û çekan jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku li navçeya Farqîn a Amedê di dema qedexeya 12 rojan de, welatiyê bi navê Latîf Nangîr (78) jî di 6'ê Mijdarê de di êrîşên leşker û polîsan de ji ber dengê bombe û çekan jiyana xwe ji dest daye.

Li navçeya Farqîn a Amedê, di 3'ê Mijdarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di nav 12 rojan de 8 welatî di êrîşa polîs û leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû. Hate zanîn ku welatiyê bi navê Latîf Nangîr (78) jî di 6'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest daye. Ji ber di pêvajoya 12 rojan a qedexeyê de bi navçeyê re hemû danûstandin qut bibûn, roj bi roj bîlançoya êrîşan zelaltir dibe.

'HEVJÎNÊ MIN JI BER DENGÊ BOMBE Û ÇEKAN JIYANA XWE JI DEST DA'

Hevjîna Latîf Nangîr, Behiye Nangîr (68) diyar kir ku di êrîşan de mala wan hatiye gulebaran kirin û dîwarên malê xirab bûye û wiha berdewam kir: "Ji ber bombeyan û dengê çekan, hevjînê min nerehet bû. Min xwest ez wî bibin nexweşxaneyê. Lê, li Kaniya Derge gule li me reşandin û li ber me bombe teqiya. Ji ber dengên bilind, hevjînê min li wir jiyana xwe ji dest da." Nangîr da zanîn ku bi alikariya welatiyên derdorê hevjînê xwe rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û ji wir jî ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Nangîr got ku bijîşk ji wê re gotine "Di mêjiyê wî de xisar çêbûye. Ji ber vê jiyana xwe ji dest daye."

Nangîr diyar kir ku ji ber êrîşa 12 rojan, hevjînê wê li gundê Ferhendê hatiye definkirin.

Tevî Nangîr, hejmara kesên ku di 12 rojan de hatin qetilkirin, gihişt 9 kesan.