HDP'yiyan saziyên civaka sîvîl ên Dêrsimê ziyaret kirin

Li Dersimê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi ziyareta sazî û dezgehan destpê kir. Heyeta Odeya ajokaran û Odeya Bazirganî û Sanayiyê ziyaret kirin rastî eleqeyeke zêde hatin.

Li Dersimê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi ziyareta sazî û dezgehan destpê kir. Heyeta Odeya ajokaran û Odeya Bazirganî û Sanayiyê ziyaret kirin rastî eleqeyeke zêde hatin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, nûnerên Federasyona Mafên Demokratîk (DHF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê tevlî bûn.

ONLU: ME TÊKOŞÎNA HEVPAR A GEL BI HESRETA WÊ YE KIR NAV TEVGERÊ

Li ser navê Komîsyona Hilbijartinê Namzetê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu got, "Di her pêvajoya hilbijartinan de gel ji me pirs dike, dibêje: ‘Hûn çima nabin yek. Çima bi hev re tevnagerin’. Me îro têkoşîna hevpar a gelê me bi hesreta wê ye kir nav tevgerê. Şoreşger, demokrat û welatparêz em bi hev re têdikoşin. Êdî em bi awayekî hevpar têdikoşin û em ê vê têkoşîna bi HDP’ê bihêz bikin.”

ŞAHÎN: EM Ê MECLÎSÊN GEL BIHÊZ BIKIN

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ku çavlirê ye bibe yekemîn parlamentera jin a Dêrsimê Edîbe Şahîn jî wiha axivî: "Têkoşîneke me ya bi salan dewam dike heye. Me îro ev têkoşîna xwe di zemîneke hevpar de anî cem hev. Êdî em ê dengê xwe ne yek bi yek bi HDP’ê re bilind bikin. Bi taybet em girîngiyê didin meclîsên gel. Meclîsên gel di baweriya Qizilbaş a Elewiyan de jî heye. Em dixwazin meclîsên gel ên tê xwestin bên jibîrkirin careke din bi civakê bidin qezenckirin.”

PÊŞNIYARA HEVSEROKATIYÊ

Şahîn pêşniyara hevserokatiyê li Serokatiya Odeya Bazirganî û Sanayî û Cemiyeta Odeya Ajokaran kir.