HDP'yiyan lez dan xebatên hilbijartinê yên li Hollandayê

HDP'yiyên li Hollandayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatin cem hev, planeke xebatê amade kirin.

HDP'yiyên li Hollandayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hatin cem hev, planeke xebatê amade kirin.

Der barê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, HDP'ê lez da xebatên xwe yên li Hollandayê.

Nûnerên komên xebatê û komîsyonên herêmî yên di civînên li bajarên Amsterdam, Den Haag, Rotterdam, Middelburg, Arnhem û Eindhovenê li bajarê Rotterdamê hatin cem hev. Di civîna bi beşdariya 25 kesan de ev biryar hatin girtin:

BIRYAR

"Heta 14'ê Adara 2015'an lîsteyên hilbijêran werin kontrolkirin û hilbijêrên ne qeydkirî werin qeydkirin.
Di navbera 14'ê Adar-8'ê Nîsanê de, îtiraz û sererastkirinên pêwîst werin kirin.
Li Hollandayê, ji bo dengdana 29-30-31'ê Gulanê hilbijêr, ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan otobus werin amadekirin.
Ji bo ewlekariya deng û sindoqan, li ser her sindoqê muşahîdek were wezîfedarkirin.
Ji bo agahdarkirina hilbijêran, materyalên dîtbarî û nivîskî yên pêwîst bên amadekirin.
Ji bo xwegihandina beşên cuda yên civakê, medya civakî bê bikaranîn."

Di civînê de 14 kes weke komîsyona rêveber, 4 kes jî weke komîteya koordînasyonê û berdevk hat wezîfedarkirin."