'HDP partiya mirovên li derveyî sîstemê ye'
Namzeta HDP’ê ya Wanê Yildirim got: “Ez partiyeke din a gel,bawerî, zayend û çînên ku pergala berê qebûl nakin, xwe bi xwe temsîl dike nabînim.”
Namzeta HDP’ê ya Wanê Yildirim got: “Ez partiyeke din a gel,bawerî, zayend û çînên ku pergala berê qebûl nakin, xwe bi xwe temsîl dike nabînim.”
Namzeta HDP’ê ya Wanê Yelîz Yildirim diyar kir ku di HDP’ê de her kes dikare xwe temsîl bike û got: “Ez partiyeke din a gel,bawerî, zayend û çînên ku pergala berê qebûl nakin, xwe bi xwe temsîl dike nabînim.”
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Yelîz Yildirim pirsên me bersivandin.
DIVÊ EM GIRÎNGIYÊ BIDIN PÊŞNIYARÊN BIRÊZ OCALAN
We çawa dest bi siyasetê kir?
Eleqeya min a siyasetê ji malbatê tê. Ez li cihekî wiha mezin bûm. Bi taybet jî cihê jinan a di siyasetê de eleqeya min, aktîfbûna min mezintir kir. Dîsa erdhêjên siyasî û civakî yên demên dawî bandorek mezin li ser min kir.
Îdîaya HDP’ê ya bibe partiya jinê heye.
Hûn têkildarî pirsgirêka jinê de çi dibêjin?
Pirsgirêka jinê pirsgirêka herî mezin a serdema me ye. Bi vê re rewşa ekolojîk. Civakên ku pirsgirêkên jinan û ekolojiyê çareser bikin, dikarin pêşketinên mezin bikin. Ji bo vê li gorî min divê em nêrînên Birêz Ocalan û pêşniyarên wî yên pratîk, bikin jiyanê. Em hêj di serê rê de ne. Li gorî civakên din dibe em gaveke pêşde bin lê ev têr nake. Li pêş me pêvajoyek zehmet heye. Divê em rêxistibûna jinê pêş bixînin û xwe amade bikin.
PARTIYEKE KU HER KES DIKARE XWE TEMSÎL BIKE
Çima HDP?
HPD partiyeke ku ji bo pirsgirêkên divê bên çareserkirin, hilhatiye. Nûye lê ji kevneşopiyek bi kok tê. Ji bo min partiyeke ku rengê jinê girantire. Partiya kesên ku xwe ji derveyê partiyê dibîne ye. Azadîxwaze. Hemû aliyê civakî dikare xwe di vê partiyê de temsîl bike. Taybetiya wê ya herî mezin a ji partiyên din, rewşa wê ya xwe bi xwe temsîl dike ye. Ez partiyeke din ya ku gel,bawerî, zayend û çînên ku pergala berê qebûl nakin, xwe bi xwe temsîl dike nabînim.
Ez bi taybet ji ber vê sedemê di HDP’ê de me. Ez wek jineke Kurd di HDP’ê de me.
HDP bi aliyên cudatir re dikeve hilbijartinan. Girîngiyeke çawa ya tifaqan heye?
Ez wek tifaqeq klasîk li hilbijartinan nanêrim. Ev hevdîtineke xweş ya ku bi hêvî dimeşeye. Yanî destpêkeke. Dibe ku hinek kêmasî hebin lê bi hêviye. Li erdnîgariya ku tije êşe, hêviya jiyanek nû afiraniye. Her kes şahidê zindî yê vê ye. Dema mirov li êrîş û tirsên ku pergala serdest dijîn dinêrin, dibînin ku di rêyeke çawa rast de ne.
EM Ê PIRSGIRÊKÊ WANÊ ÇARESER BIKIN
Têkildarî pirsgirêkên Wanê nêrînên we çi ne?
Em dizanin ku bajarê herî bi êş ê Kurdistanê Wan e. Di têkoşîna azadiya Kurd de bedelên mezin dane. Me ev hemû bi hev re jiya, em dijîn. Tevî vê erdhêjê bandorek mezin li ser gelê me kir. Hewldanên rêveberiyên herêmî hîna didomin. Projeya çareserkirina pirsgirêkan dikare di bernameya partiya me de bê dîtin. Ji bo vê xebatek me ya pratîk wê hebe.
Encamên hilbijartinê wê bandorek çawa bike?
Encam wê bandorê li ser gelek tiştî bike. Tirsa pergalê jî ji ber vê ye.Em ji gelê xwe re jiyan nû vedibêjin. Ev projeya jiyane azad û mirovane ye. Stranek azadiyê ya bê dawiye.
KÎ YE?
Bi eslê xwe li Ebex a Wanê ye. di 1988’an de li Mamak Enqereyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Mamakê, ya lîseyê jî di qada perwerd û pêşketina zarokan de temam kir. Di Kuluba Sporê ya Toplu Konutê de di navbera 2001 û 2005’an de voleybol lîst. Li Şanoya Başket a Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê perwerde şanoyê girt. Ji Zanîngeha Anadoluyê ji beşa Wêje û Zimanê Tirk mezûn bûye, zewicandiye, zarokekî wê heye.