HDP'ê ji bo lîsteyên hilbijêran banga dawî kir

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Urkut, der heqê lîsteyên hilbijêran ên piştî du rojên din tên rakirin de bang li gel kir û got, "Di 7'ê Hezîranê de wê li ku bin, dixwazin li ku bin, divê li gorî wê qeyda xwe çê bikin."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji rêxistinbûyînê berpirsyar Urkut, der heqê lîsteyên hilbijêran ên piştî du rojên din tên rakirin de bang li gel kir û got, "Di 7'ê Hezîranê de wê li ku bin, dixwazin li ku bin, divê li gorî wê qeyda xwe çê bikin."

Lîsteyên hilbijêran ên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin daliqandin, wê di 27'ê Adarê de werin rakirin.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji rêxistinbûyînê berpirsyar Alî Urkut ji ANF'ê re peyivî û der heqê qeydê de banga dawî li hilbijêran kir.

'HDP PARTIYA DIYARKER A HILBIJARTINAN E'

Urkut ragihand ku ew xebatên xwe yên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin, li bajar û navçeyan komîsyon ava kirine û pêvajoya nirxandina namzetan didome.

Urkut got, "HDP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de partiya diyarker e" û anî ziman ku bendewariyeke mezin a civakê ji HDP'ê heye û ew jî weke partî bi vê cidiyetê dixebitin.

Urkut da xuyakirin ku yek ji qonaxên girîng ên hilbijartinê, qeyda li lîsteya hilbijêran e û ev xal destnîşan kir:

'BI QASÎ MÎLYONEKÊ KARKERÊN DEMSALÎ HENE'

"Ji bo lîsteyên li keyatiyan daliqandî ne, du roj man bên daxistin. Ev du roj gelekî girîng in. Em dizanin ku zêdeyî mîlyonek mirov, ku bi giranî ji Kurdistanê ne, di mehên biharê de ji bo di karên çandiyê û sektorên cuda de bixebitin neçar dimînin cih û warên xwe biterikînin. Ji bajarên weke Riha û Amedê derdikevin û diçin bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Li nava erdan dixebitin, li binê konan dimînin, li înşaetan dixebitin û li şantiyeyan dimînin. Yên di sektora tûrîzmê de dixebitin jî hene. Pirsgirêkek van a bi vî rengî heye; Ji ber ku îkametgaheke wan mayînde nîne, ji bo xwe weke hilbijêr qeyd bikin zehmetiyan dikşînin. Her wiha xwendekar jî hene."

'DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE HÛN Ê LI KU BIN LI GORÎ WÊ QEYDA XWE BIKIN'

Urkut ev bang li hilbijêran kir:

"Di nava du rojên dawî de, mirovên ne qeydkirî, di 7'ê Hezîranê de dixwazin li ku bin divê li gorî wê qeyda xwe çêbikin. Haya gelê me jê heye ku dengek çiqasî girîng e. Em ji mirovên xwe rica dikin; Di du rojên dawî de li lîsteya hilbijêran binêrin. Ji înternetê yan jî ji rêxistinên partiya me hûn dikarin di vî warî de agahiyan werbigirin. Yên li derveyî welat jî dikarin bi rêya komîsyonên me yên hilbijartinê binêrin. Eger ne qeydkirî bin, divê qeyda xwe çêbikin. Di 7'ê Hezîranê de wê li ku bin, divê li gorî wê qeyda xwe li wir çêbikin. Di vê hilbijartinan dîrokî de girîng e her kes xwedî li dengê xwe derkeve. Pêwîste her dengekî me weke dilopekê bê dîtin. Bi dilopan gol çê dibe û bi vî rengî em dikarin bendan hilweşînin. Di 8'ê Hezîranê de wê li gelemperiya Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê bike. Weke vîna gelan û cihêrengiyan HDP wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Di warê têkoşîna gelê Kurd de wê pêvajoyeke nû destp3e bike. Ev têkoşîn bi berdêlên gelê me hatiye vê qonaxê."

HILBIJÊRÊN NÛ

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê ji rêxistinbûyînê berpirsyar Alî Urkut diyar kir ku tevî hilbijêrên cih guhertine ji bo hilbijêrên nû jî demeke girîng e û got, "Her kesê bûye 18 salî, divê qeyda xwe çêbike."