HDP'ê Başûrê Kurdistanê ziyaret kir

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, bi partiyên siyasî re hin rêze hevdîtin kir. Heyetê, ji ber desteka di hilbijartinê de spasiya xwe pêşkêşî partiyan kir.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, bi partiyên siyasî re hin rêze hevdîtin kir. Heyetê, ji ber desteka di hilbijartinê de spasiya xwe pêşkêşî partiyan kir.

Heyeta ji Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, li Silêmaniyeyê Tevgera Goran, YNK û Tevgera Azadî ziyaret kir û ji ber desteka di hilbijartinê de, spasiyên xwe pêşkêşî wan kir.

'SERKETINA HDP'Ê JI GEL RE BÛ ÇAVKANIYA KÊFXWEŞIYÊ'

Heyetê di destpêkê de Serokê Tevgera Goran Norşîrvan Mûstafa ziyaret kir. Di hevdîtina ku bi qasî saetekê dewam kir de heyetê spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Goran kir ji ber desteka di hilbijartinê de da wan. Mûstafa jî ji ber serketina bi dest xistiye HDP pîroz kir û destnîşan kir ku ev serketin ji bo gel bûye çavkaniya kêfxweşiyê.

Heyet piştre derbasî navenda YNK'ê bû û ji vê derê ji aliyê endamê Polîtburo ya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre ve hat pêşwazîkirin. Li dû hevdîtina li navenda YNK'ê civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de li ser navê heyeta HDP'ê parlamentera Colemêrgê Selma Irmak û peyivî û ji ber desteka hat dayîn spasiyên xwe pêşkêşî YNK'ê kir. Irmak diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên di navbera her du partiyan de ji niha û pê ve jî bê xurtkirin û dewamkirin.

'JI BO AŞTIYA LI ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG E'

Li ser navê YNK'ê jî Seedî Ehmed Pîre peyivî û anî ziman ku têkiliya wan bi kevneşopiya HDP'ê re ji dema Celal Talabanî ve heye û wê ji niha û pê ve jî dewam bike. Pîre her wiha ji ber serketina bi dest xist HDP pîroz kir û anî ziman ku ev serketin ji bo aştiya li tevahiya Rojhilata Navîn girîng e.

Heyeta HDP'ê, bi Seedî Ehmed Pîre û Hero Îbrahîm Ehmed re, Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî ziyaret kir.

Navnîşana dawî ya serdanên heyetê Tevgera Azadî bû. Heyeta HDP'ê piştî hevdîtina bi Talabanî re çû navenda Tevgera Azadî û ji aliyê Hevserok Mihemed Abdûllah û rêveberên tevgerê ve hat pêşwazîkirin. Heyetê spasiyên xwe pêşkêşî tevgera azadî kir, ji ber desteka wan.

Tevgera Goran û YNK bi armanca piştgirîdayîna HDP'ê, di dema hilbijartinê de heyet şandibûn Bakurê Kurdistanê.