Hawler: Divê gelê Kurd zanibe ku serketim ya YPG û YPJ'ê ye
Hawler got, "Azadkirina Şengal û Hollê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Serketina me ya li Hollê girîng û stratejîk e. Şikandina DAIŞ'ê li Hollê tê wateya şikestina DAIŞ'ê li Reqqayê."
Hawler got, "Azadkirina Şengal û Hollê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Serketina me ya li Hollê girîng û stratejîk e. Şikandina DAIŞ'ê li Hollê tê wateya şikestina DAIŞ'ê li Reqqayê."
Şervanê YPG'ê yê ji Başûrê Kurdistanê Soran Hawler ê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digire, der barê azadkirina Şengal û Hollê de axivî û got, "Azadkirina Şengal û Hollê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Serketina me ya li Hollê girîng û stratejîk e. Şikandina DAIŞ'ê li Hollê tê wateya şikestina DAIŞ'ê li Reqqayê. Em ê biçin Reqqayê jî û Reqqayê û gelê xwe azad bikin."
Hawler destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Kurdistanê zanibe ku serketim timî ya YPG û YPJ'ê ye û wiha axivî: "Ji ber vê yekê têkçûn ne para me ye, para çeteyên DAIŞ'ê ye. Lewma ew ê her tim têk biçin. Li vê derê jî derbên gelekî giran xwarin.
Serketina me serketina tevahiya Rojava ye. Her wiha ez azadkirina Şengalê li tevahiya Kurdistanê û gelê me pîroz dikim. Di heman demê de HSD, YPG/YPJ azadiya Kurdistanê nêz dikin. Şehîdên me azadiya Kurdistanê ne. Bi saya şehîdên xwe em serbilind in. Şehîdên me azadiya Kurdistanê nezî dikin. Serketin bila li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be. Bê Serok jiyan nabe, Şehîd Namirin, Her Bijî Kurdistan."