BI DÎMEN

Guven: Vîna me vîna Mehmet Tûnç û hevalên wî ne, nikarin bişkînin!

Hevseroka KCD’ê Guven bal kişande tecrîda li ser siyasetmedarên Kurd û got, "AKP bi bi şerê ku dimeşîne dixwaze moralê me ne baş bike û vîna me bişkîne. Lê wê bi ser nekeve. Vîna me vîna Mehmet Tûnc, Asiye Yukselan e."

Hevseroka Kongreya Civaka  Demokratîk (KCD) Leyla Guven rojeva heyî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand û got: "Me weke siyasetmedarên Kurd li gel ku tim me diyar kir ku ji bo çareseriya navxweyî yên Tirkiyê çi qasî serî li rêbazên dij-demokratîk bidin wê gav bi gav ber bi kaosekê ve biçe jî, desthilatdariya AKP’ê 14 salan guhê xwe ji gotinên me re girt û bi rê û rêbazên xwe welat bi rê ve  bir. Lê pêvajoya bihurî û qonaxa berdest pir bi zelalî nîşan dide ku welat rast nehatiye birêvebirin, ji ber ku pirsgirêkek nehatibû çareserkirin. Tirkiye welatekî pir zimanî, pir çandî, pir nasnameyî û kozmopolît e. Ji ber vê jî ji van nasnameyan dema ku yek derkeve pêş mirovên dî aciz dibin.

Bifikirin, li Tirkiyê Kurdan ji bo ku xwestin bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn bi komkujî û îmhayê re rû bi rû bûn. Her çendî pêkan bû ku meseleya Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin jî, desthilatdariyê heta niha bi rojevên dî ev rewş li paş hiştin lê li paş hiştina vê meseleyê kir ku bibe meseleyeke navnetewî. Baş e, gelo li Tirkiyê tenê meseleya Kurd heye? Na, li Tirkiyê meseleya kedkaran, ciwanan, jinan, kar û bar hene û bêguman ev meseleyên girîng in, lê di  bingehê hemûyan de meseleya Kurdan heye."

Guven girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'yî û desteserkirina şaredariyan bibîr xist û got, "Eger AKP di van polîtîkayan de israr bike, wê li şûna çareseriyê, pirsgirêka Kurd kûrtir bike."

Guven wiha dewam kir: "Deshilatdariya AKP’ê ku hewl didin meseleya Kurd bi polîtîkayên milîtarîst çareser bike, aqil bi temamî avêt û li ser navê çareserkirina vê meseleyê dest li ser partî, şaredariyên Kurdan danî. Di nav vê çarçoweyê de AKP’ê hevserokên HDP’ê, wekîl, hevşaredar girtin, qeyûm bi awayekî neheq anî ser şaredariyan. Bi mehan e her roj em bi nûçeyên desteserkirina şaredariyeke dî şiyar dibin. Dîsa di nav vê çarçoweyê de li gel ku 70 salî jî bû, qasidê aştiyê yê weke Ahmet Turk jî girtin û avêtin zindanê. Polîtîkayên AKP’ê yên bi vî rengî meseleya Kurdan girantir dike. Helbet ev mesele dikare were çareserkirin. Me weke siyasetmedarên Kurd çareserî bi dehan caran bi rayedaran re par ve kir; lê bi qulibandina maseya danûstandinê û tinehesibandina Mitebeqata Dolmabahçeyê di meseleya Kurdan de dîsa berê xwe dane rêbazên salên 90’î."

Leyla Guven da xuyakirin, ku AKP bi şerê xwe yê psîkolojîk moralê wan xera bike, vîna wan bişikîne û got, "Lê belê wê nikaribin van polîtîkayên xwe bi ser bixînin. Vîna me vîna Mehmet Tûnç, Asiye Yukselan e."

Li ser biryara Parlamenta Ewropayê ya sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re Guven got, "Ev biryar ji bo demokrasiyê gelekî girîng e. Tevî vê yekê jî em di wê baweriyê de ne ku divê prisgirêka Kurd bi dînamîkên hundirîn were çareserkirin."