Leşkeran li gundê Fîsê yê navçeya Lîceya Amedê ku PKK'ê 1'emîn kongreyaya xwe lê pêk anî û PKK ava kir, operasyon da destpêkirin û gund dorpêç kirin.
Leşkeran gundê Fîsê yê navçeya Lîceya Amedê ku PKK'ê di 27'ê Mijdara 1978'an de kongreya xwe ya yekem pêk anî, dorpêç kir. Leşkeran di 34'emîn salvegera 27'ê Mijdarê de gundê Fîsê dorpêç kir. Gelek leşker li deşta Fîsê bi cih bûn û bi maşîneyên zirxî operasyon dan destpêkirin. Hate zanîn ku, bi hinceta li gund ziyaret neyên kirin tedbîr hatine girtin.