Gulpî: Çapemeniya PDK’ê pirsgirêkan kûr dike
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîk Gulpî diyar kir ku li Şengalê gerîlayên Kurd û pêşmerge bi hev re şer dikin û got, "Tinehesibandina têkoşîna gerîla ya li Şengalê, tiştekî bi destê kesî naxe."
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîk Gulpî diyar kir ku li Şengalê gerîlayên Kurd û pêşmerge bi hev re şer dikin û got, "Tinehesibandina têkoşîna gerîla ya li Şengalê, tiştekî bi destê kesî naxe."
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîk Gulpî diyar kir ku li Şengalê gerîlayên Kurd û pêşmerge bi hev re şer dikin û got, "Tinehesibandina têkoşîna gerîla ya li Şengalê, tiştekî bi destê kesî naxe."
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê û endmaê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Dr. Faîk Gulpî, şerê dijwar ê bi Operasyona Azadkirina Şengalê re destpê kir nirxand û rexne li çapemeniya PDK'ê kir ku her tiştî berevajî nîşan dide û dike malê pêşmergeyan.
Gulpî bêdengiya civak û siyaseta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî komkujiya li Farqînê jî rexne kir û bang li her kesî kir ku li hemberî dewleta Tirk û AKP'ê helwestê nîşan bidin.
MEDYA PDK'Ê MÎNA MEDYA HAWIZ A AKP'Ê DIXEBITE
Gulpî medya PDK'ê şiband medya hawiz a AKP'ê û got, "Medya PDK'ê mîna medya şer a taybet a Tirk rastiyan berevajî dike. Bi nîşannedana hêzên PKK û YBŞ ên li Şengalê re rastiyan berevajî dike. Bi awayekî vekirî agahiyên şaş belav dike."
Gulpî got, "PDK dixwaze azadkirina Şengalê bi tenê bike malê xwe. Ji ber vê yekê medya PDK'ê nûçeyên derew diweşîne. Heta ji wan tê dibêjin 'Ji bilî PDK'ê ti hêz li Şengalê nîne'. Ji devê wan bi tenê gotina pêşmerge û navê Mesûd Barzanî derdikeve. Weke ku tê zanîn hêzên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK qet ji pirrengiyê hez nakin. Dixwazin hemû hêz di destê wan de bin. PDK ji bilî berjewendiyên partiya xwe li tiştekî nafikire. Bi ti awayî nêrîneke xwe ya avakirina hezeke leşkerî ya hevpar ku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî bike, nîne."
ÇAPEMENIYA PDK'Ê ZIMANEKÎ WELÊ BI KAR TÎNE KU PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE
Gulpî bal kişand ser têkiliyên navbera PDK û dewleta Tirk û anî ziman ku çapemeniya PDK'ê û hin organên çapemeniyê yên li Başûr ji bo xizmetê ji van berjewendiyên PDK û dewleta Tirk re bikin, bi awayekî vekirî dijminatiyê li PKK'ê dikin. Qulpî got, "Çapemeniya PDK'ê mîna çapemeniya Tirk nêzî PKK'ê dibe. Di serî de çapemeniya PDK'ê, çapemeniya Başûrê Kurdistanê naxwsaze pirsgirêka di navbera Kurdan de çareser bibe. Pêşî li çareseriyê digirin. Agahiyên şaş didin gel. Armanca wan a yekane kûrkirina pirsgirêkên di navbera PKK û PDK'ê de ye. Dixwazin Kurdan qels bikin. Bi nûçeyên xwe re dixwazin di navbera her du partiyan de şer derxînin."
GELÊ KURD RASTIYAN DIBÎNE
Dr. Faîk Gulpî diyar kir ku tevî hewldanên reşkirin û dezenformasyona çapemiya PDK’ê jî gelê Kurd bûyeran dibîne û wiha bal kişand: “Nûçeyên wiha jixwe ji bo moralê gelê Kurd xera bike tê servîskirin. Lê her çiqasî ew behsa hêzên YBŞ, HPG, YPJ-Şengal nekin jî gelê me dizane bê hêzên PKK’ê li Şengal û li her derê Kurdistanê çi dikin, bê xwedî hêzêk berxwedanê ya çawa ne, baş dizane û dibîne.”
PÊWÎST E BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊDENGIYA XWE BI DAWÎ BIKE
Gulpî herî dawî bal kişand ser êrîşên komkujêr ên li hemberî gelê Kurd ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û partiyên siyasî, hikûmet, rewşenbîr û civaka Başûrê Kurdistanê ji ber bêdengmayinê rexne kir. Faîk Qulpî wiha axivî: “Pêwîst e hikûmet, partiyên siyasî, parlamento, rewşenbîr, gel vê bêdengiya xwe tavilê bişkîne. Li Bakurê Kurdistanê komkujiyek vekîrî heye. Li Başûrê Kurdistanê dest ji bertekek neteweyî berde, bertekek mirovî jî pêş nakeve.
Pêwîst e gel derkeve qadan û li hember polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên li ser Farqînê tên ferzkirin bêdeng nemîne, li hember dewleta Tirk bertekên xwe nîşan bide. Bi taybet jî divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê vê bêdengbûna xwe bi dawî bike û li hember vê derkeve. Ti pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê tineye, Tirkiye pêwîstiyên xwe bi Başûrê Kurdistanê heye, berjewendiyên wan ji Başûrê Kurdistanê hene. Beşek mezin a aboriya Tirkiyeyê ji petrolên Başûrê Kurdistanê tê. Lewre hikûmet xwedî hêz e ku dikare ji milê aborî jî li ser Tirkiyeyê zextê ava bike.”