Gule li dewriya Asayîşê hat reşandin: Endamekî jiyana xwe ji dest da

Li gundekî ser bi bajarokê Çilaxa, bi çeka otomatîk gule dewriya Asayîşê hat reşandin. Di êrîşê endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da. Êrîş jî li cihê bûyerê hat kuştin.

Li gundekî ser bi bajarokê Çilaxa, bi çeka otomatîk gule dewriya Asayîşê hat reşandin. Di êrîşê endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da. Êrîş jî li cihê bûyerê hat kuştin.

Rêveberiya Asayîşa Rojava li ser malpera Asayîşa Rojava ya Fermî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dema dewriyeke Asayîşê bi armanca ragirtina hin kesên ji gundê Kerdîm ê girêdayî Çilaxa ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re heye çûbû gund, yek ji kesên behsa mijarê gule li dewriyê  reşandiye û di encamê de Endamê Asayîşê Mihemed Salih Elwan ê ji pêkhateyê Ereb jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşê, êrîşkar hewl daye ji cihê bûyerê bireve û li ser bersiva hêzên Asayîşê êrîşkar li cihê bûyerê hatiye kuştin.

Rêveberiya Asayîşê di daxuyaniya xwe de got: "Em soz didin Şehîd Mihemed Elwan ku em ê tola wî hilînin û çeteyan li herêmê tine bikin."