Greva birçîbûnê ya wekîlên HDP'yî di roja 4. de ye

Parlamenterên HDP'yî yên li hemberî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê ku di roja 10. de dewam dike dest bi greva birçîbûnê kirin, çalakiya xwe di roja 4. de dewam dikin.

Li Nisêbînê, ku ev 10 roj in rewşa awarte lê heye, 8 kes ji aliyê polîsên tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetikirin.

Tevî hemû êrîşan jî berxwedana gelê Nisêbînê di roja 10. de dewam dike. Parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim, Alî Atalan, Mîthat Sancar û Erol Dora jî ev 4 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Gelek welatiyên ji Qoser, Dêrik, Şemrex, Stewr û Amedê hatin, ji bo destekê bidin berxwedana gelê Nisêbînê û wekîlan, xwe gihandin navçeyê. Welatiyan xwestin tevî parlamenterên HDP'yî yên di greva birçîbûnê de ne derbasî nava navçeyê bibin, lê belê hatin astengkirin. Li stasyoneke sotemeniyê, tevî sermayê jî berxwedana gel û wekîlan dewam dike.