Greva birçîbûnê ya ku 12 Îlonê ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hate destpêkirin kete roja 44’emîn. Hate diyarkirin ji 776 girtiyên di grevêde, rewşa gelek girtiyan xirab dibe û li hin girtiyan jî zext li ser girtiyan tên zêdekirin.
Greva birçîbûnê ya ku ji bo pêkanînên şert û mercên tenudirstî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin ku yek ji rojevên sereke yên li Tirkiyeyê ye, kete roja 44’emîn. Her ku diçe rewşa girtiyan xirabtir dibe û ji girtîgehên nû, girtiyên tevlî çalakiyê dibin. Girtiyên gihiştine ber mirinê cejnê pêşwazî dikin, lê hukûmeta Tirk heta niha tu pêngaveke neavêtiye.
Grev her ku diçe li seranserê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav dibe. Hat aşkerekirin ku Gerînendeyê Giştî yê Weşana Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim jî tevlî vê çalakiyê bûye. Hate zanîn ku daxwaznameya ku daxwazên Yildirim têde bûn ji Wezareta Dadê ya Tirk re şandin. Bi vî awayi hejmara endamên çapemeniya azad ên di greva birçîbûnê de gihişt 7’an. Di girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Gerînendeya Karên Nivîskî ya DÎHA’yê Fatma Koçak, ji edîtorên rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Oyman, xebatkara DÎHA’yê Pervîn Yerlîkaya Babîr, di Girtîgeha Sergirtî ya Kandira 2 de Selahattîn Aslan, di girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rizeyê de Nûçegihanê DÎHA yê Şirnexê Faysal Tunç, di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de Rêveberê Weşana Giştî ya rojnameya Azadiya Welat Tayyip Temel di greva birçîbûnê de ne.
Tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera BDP’ê ya Mêrdîn Gulseren Yildirim jî di greva birçîbûnê de ne.
7 JÊ ZAROK 26 GIRTIYÊN DIN TEVIL BÛN
Li girtîgeha Tipa E ya Mêrsînê ji 9 kesan 7 zarokin. Li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê, Yilmaz Kahraman, Îsa Kilvan, Kenan Yildizbakan, Haşim Dolek û Şemsettin Gergin, li Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê de Osman Kilavuz, Huseyin Beyaz, Samet Aydemir û Ayhan Dag, di 15'ê Cotmehê de ketin grevê.
Li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rizeyê Sedat Ogul û Sedat Can di 16'ê Cotmehe de, berê jî 8 girtî ketibûn grevê.
Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê H.A., O.B., M.K., H.A., S.S., K.S. û P.E. û Giyasettin Yalçin û Sait Kaya di 19'ê Cotmehê de, li Girtîeha Tokatê di 23'ê Cotmehê de Halil Dag, Celal Binici, Halîl Îbrahim Çelikdemir ketin girevê.
Girtiyên ji Partiya Şoreşa Tirkiyeyê (TDP) yên di Girtîgeha Tîpa E ya Giresûnê de Resul Kocaturk û Mustafa Kocaturk jî bi armanca piştgiriyê ji 22’yê cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dorveneger kirin.
Çalakiyên ji bo piştgiriya bi girtiyan re jî berdewam dikin. BDP’ê hemû bernameyên cejnê veguherand çalakiyên ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yre. Hate diyarkirin ku dê ji bo vê li gelek navenda çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger bên kirin.