Girtiyên li Amedê dihatin dermankirin birin girtîgehê

Girtiyên li Amedê dihatin dermankirin birin girtîgehê

Hate ragihandin ku, piştî dawî li çalakiya birçîbûnê hat 24 girtiyên ku ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê, piştî dermankirinê şandin girtîgehê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine girtin, piştî çalakiya birçîbûnê bidawî bû girtiyên Girtîgeha Tîpa E û D yên tên dermankirin, girtiyên ku dermankirina wan xilas bû dişînin girtîgehan.

Ji 49 girtiyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê dihatin dermankirin, 24 jê beriya 3 rojan dermankirina wan xilas bibû û ew şandibûn girtîgehê. 24 girtiyên din jî yên li beşên Daxilî û Endokrînolojî dermankirina wan bidawî bû şandin girtîgehan.

Girtiyekî ku dermankirina wî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê berdewam dikir, hate hînbûn ku beriya 3 rojan veguhestiye Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.