Girtiyên jin ji Ban Ki Moon re name şand

Girtiyên jin ji Ban Ki Moon re name şand

Girtiyên Jin yên Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê ku 46 rojin di çalakiya birçibûnê de ne, nameyek ji Sekreterê Giştî ya Neteweya Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon re name şandin.

Girtiyên jin yên li Girtîgeha Tîma M ya Mîdyatê derbarê çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li 58 girtîgehên Tirk 46 rojin didome de nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweya Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon re şandin. Name ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hate sansûrkirin û gelek beşên nameyê bi pênûsa sor hate xêzkirin. Jinan di nameyê de wiha got: "2 daxwazên me yên sereke, azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk û zimanê zikmakî ye. Em ji NY'ê dixwazin ku li hemberî van daxwazên me bi hîstiyar tev bigerin.

GIRTIYÊN JIN JI BAN KÎ MOON RE NAME ŞAND

Girtiyên jin yên Girtîgeha Tipa M ya Mîdyatê bi îmzeya Besiye Ozer, Farda Îldan, Emel Temel, Seçîl Bozkuş, Gullu Akman, Rihan Yildiz, Rojbin Perişan, Keser Tekîn, Elif Uludag, Hacer Yusuf, Esma Ayaz, Felek Gasyak, Sivin Yaman, Nurcan Bakir, Derya Moray, Ayşe Kara, Caziye Kabul, Zehra Tunç, Fatma Akçan, Şadiye Manap name nivîsandin û ji Sekretera Giştî ya NY'ê re şandin.

Jinan di nameya ku ji Ban Ki Moon re şand de wiha got: "Em li Tirkiyeyê 33 salin bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên qirê re rû bi rû dijîn. Ji ber ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi riya şer çareser bikin, em niha di girtîgehê de ne. Em ji bo ziman, çand, nasname û nirxên gelê Kurd bidin jiyandin têdikoşin û ji ber van daxwazên xwe yên mirovane em hatine girtin. Li dijî daxwazên gelê Kurd ên demokratîk û rewa şerekî dijwar yê înkar û îmhayê tê meşandin. Ev şerê ku ji berê de heye sibê jî bi dawi nabe. Ji ber piştgiriya YE, DYA û Îngîlîstanê û berjewendiya hikûmetê ya biçûk, helwesta li dijî gelê Kurd didome."

Jinan helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî pirsgireka kurd jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Welatekî ku endamê saziya we ye hûn 33 salin çima li hemberî vî şerî û pirsgirêkê bêdengin? Gelê Kurd ew qasî ji bo aştiyê di nava têkoşînê de ye, dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrida herî giran de dijî. Mafê gelê Kurd yê rewa û demokratîk tê înkarkirin. Di 3 salên dawî de girtîgeh bi nûneren gelê Kurd tije kirine. Bi sedan girtiyên kurd yên siyasî ji bo mafê xwe yê rewa 46 rojin di grevê de ne. Dîsa girtiyên PKK-PAJK'ê dernakevin tu hevdîtinan. Em ji bo hîstiyariyê vê nameyê ji we re dişînin."

2 DAXWAZÊN ME HENE

Jinan di nameyê de da zanîn ku, 2 daxwazên wan yên sereke hene û wiha dawî li li nameya xwe anîn: "2 daxwazên me yên sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk û zimanê zikmakî ye. Em ji NY'ê dixwazin ku li hemberî van daxwazên me bi hîstiyar tev bigerin. "