Girtina mertalên zindî hat protestokirin
Li navçeya Qubînê girtina 26 mertalên zindî ku di nav de hilbijartiyên bajar jî hebûn bi daxuyaniyê hate şermezarkirin.
Li navçeya Qubînê girtina 26 mertalên zindî ku di nav de hilbijartiyên bajar jî hebûn bi daxuyaniyê hate şermezarkirin.
Li navçeya Qubînê girtina 26 mertalên zindî ku di nav de hilbijartiyên bajar jî hebûn bi daxuyaniyê hate şermezarkirin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çalakiyê de nirxandina “Erdogan û çeteyên wî çiqas di şer de israr bikin em ê ewqas bi hemberî wan bisekinin” kir.
Li navçeya Qubînê ya Êlihê girtina 26 mertalên zindî ku di nav de hilbijartiyên bajar jî hene bi daxuyaniya ji aliyê HDP û DBP’ê hate dayîn, heta şermezarkirin. Bi sedan kes li ber avahiya şaredayê hatin cem hev û wenêyên hevşaredarên hatin hilgirtin, pankarta “Dest ne îradeya min, ji operasyonên qirkirinên siyasî re na” “Mustafa Ozturk îradeya me ye nikare bê girtin” hatin vekirin.
Piştî axaftina Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê bi şerta kontrola edlî hate berdan, parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku kurd bi pêşengiya AKP’ê rastî êrîşan tên û ev tişt anî ziman: “Erdogan û çeteyên wî çiqas di şer de israr bikin jî em ê ewqas li hember bisekinin. Bila êdî hêzên ewlehiyê jî sedema vî şerî fêm bikin. Ev ne şerê parastina vî axê ye şerê qesrê ya Erdogan e.”
Piştre jî nameya ku Hevşaredarê Qûbînê Mustafa Ozturk ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê şandiye hate xwendin. Ozturk di nameya xwe de got ku ji bo sucê ku ew pêşiya mirinan bigirin pêk aniyê ser bilind in.
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.