Girtî hatin sirgûnkirin
7 girtiyên li Girtîgeha Dorlêgirtî ya Tîpa M a Wanê sirgûnî girtîgehên cihê bûn.
7 girtiyên li Girtîgeha Dorlêgirtî ya Tîpa M a Wanê sirgûnî girtîgehên cihê bûn.
Li Kurdistanê li gel êrîşên komkujiyê yên dewletê her wiha zextên li ser girtiyên siyasî jî zêde dibin. Di nav wan de rojnamevana DÎHA’yê Şermîn Soydan jî, şeş jê jin yek jê mêr bi tevahî 7 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Dorlêgirtî ya Tîpa M a Wanê sirgûnî girtîgehê cihê bûn.
Ji girtiyên ku sirgûn bûyîn Hevserokê Navçeya DBP’yê ya Geverê Rustem sirgûnî Rîzeyê bû lê nayê zanîn bê ka Medya Olker, Dîlan Kûtlû, Rojbîn Kirdar, Bêrîvan Aydin, Hamîde Ozer û rojnamevana DÎHA’yê Şermî Soydan sirgûnî kû derê bûne.