Germiyanî yê HPG'yî li Zanîngeha Kerkûkê hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Rojhat Germiyanî li Zanîngeha Kerkûkê ji aliyê hevalên xwe ve hate bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Rojhat Germiyanî (Çiya Kemal), ku roja 5'ê Hezîranê di êrîşa balafirên şer ên Tirk de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê ve hate bîranîn. Merasîma bîranînê li ber Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Kerkûkê pêk hat û gelek xwendekar tevlî bûn.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê Rebîn Kerkûkî li merasîmê axivî û got, "Şehîd Çiya li vê zanîngehê xwendibû. Zilma dijmin a li Kurdan dihat kirin qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Di nava xebatên gerîla de xwe bi pêş xist. Jiyana xwe gorî gelê Kurd kir."

'LI DIJÎ ÇETEYÊN ERDOGAN ŞER KIR'

Li ser navê Komîteya Tevgera Ciwanên Xwendekar Karmend Mihemmed jî got, "Çiya Kemal ê li dijî çeteyên Erdogan şer kir û şehîd bû, hevalê me bû. Ji bo li dijî dijminên Kurdistanê şer bike, tevlî nava gerîla bû."

Ji malbatê Mûhsîn Kemal peyivî û got, "Çiya hevalê me bû. Ji bo gelê xwe tevlî nava refên gerîla bû û hevrêyê Rêber Apo bû. Şehîd Çiya kurê şehîdekî bû. Şehîd Çiya mesaja azadiyê ji Qendîlê ji me re şand. Yên ku vê mesaja azadiyê hilgirin, hûn in."

Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan qediya.