Gerîlla TV dîmenên çalakiya li dijî pîsta helîkopterê weşandin
Gerîlla TV dîmenên çalakiya 5’ê Îlonê saet 17.00’an li dijî pîsta helîkopterê ya girêdayî Tûgaya Fermandariya Hêzên Bejahî ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan hatibû lidarxistin weşand.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 14 rezberê 2016, 14:28
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev hatin gotin:
“Me daxuyandibû ku 5’ê Îlonê saet 17.00’an gerîlayên me li dijî pîsta helîkopterê ya girêdayî Tûgaya Fermandariya Hêzên Bejahî ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistibûn. Li dijî vê daxuyaniya me ya wek HPG’ê me kirî, di serî de Waliyê Colemêrgê, gelek çavkaniyên leşkerî û medyaya şerê taybet gotibûn ku rewşek wisa nîne, ji bo daxuyaniya xwe ya têkîldarî çalakiya li dijî helîkopterên girêdayî serokwezîrtiyê gotibûn, “bi temamî bêbingeh in”.
Yekîneya me ya çalakî di nav şert û mercên zor û zehmet de li dar xistin, bi dîmenê ku kişandin ve derewa dewleta Tirk careke din derxistin holê. Wek ji vî dîmenê kurt ê yekîneyê me kişandiye jî tê fêmkirin, di vê çalakiya ku medyaya Tirk înkar kirî, wek nebûya dida nîşandan, helîkopteran derb xwarine. Hewldanan nixumandina rastiyanû careke din bi mînekek din a şervaniya heqîqetê ya gerîla ve li ber çavan hatiye raxistin. Dîmenên çalakiyên wisa û bîlançoyên wan yên rastiya şer radixe ber çavan em girîng dibînin ku bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin û wek wezîfeyek dîrokî jî parve dikin û em ê parve bikin jî.”