Gerîlayên YJA-Starê li Qilabanê rê kontrol kir

Gerîlayên YJA-Starê li Qilabanê rê kontrol kir

Gerîlayên jin ên Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) li navçeya Qilaban a Şirnexê rê kontrol kirş

Navenda Çapemenî ya YJA-Starê der barê çalakiyê de agahî da û got; “Di 31’ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li Sêgoşeya Girê Çeta, Girê Wacîp û Gundê Roboskî ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê rê hatiye kontrolkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha keseke bi traktorê ji leşkerên li girê Wacîp re erzaq dikişîne hatiye hişyarkirin, piştî vî kesî soza dubarenekirina vê xebatê serbest hatiye berdan, traktor jî li gel erzaqên tê de hatiye şewitandin û rûxandin.”