Gêrîlayên HPG’ê wesayîta cerdevana şewitand

Gêrîlayên HPG’ê wesayîta cerdevana şewitand

Gêrîlayên HPG’ê ku li ser rêya navçeya Hezexa Şirnexê rê kontrol dikirin, wesayîteka ku hate hînbûn ya cerdevanane şewitandin.

Gêrîlayên HPG’ê ku li ser rêya di navbera gundê Oyali û bajarolê Karalar yê ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ve rê kontrol dikirin, hate hînbûn ku wesayîtek rawestandine kesên tê de anîne xwar û agir bi wesayîtê xistine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, gêrîlayên HPG’ê yên ku li ser rêya Bajarokê Karalar ku bi rêya Îpekê ve dide girêdan, derdorê demjimêr 19.00’an rê kontrol kirin, hate hînbûn ku dolmuşekî aydê cerdevana rawestandine, kesên tê de anîne xwar û agir pêxistine. Hate hînbûn ku wesayîta agir pêxistin bi tevahî şewitiye û êdî kêrî bikaranînê nayê, her wiha piştî bûyerê li herêmê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon hate destpê kirin.