Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkera kir ku, gêrîlayan li Şirnexê li helîkopterekê xistine.
HPG-NÇR’ê derbarê çalakiyên gêrîlayan de agahî dan û ragihand ku, gêrîlayan li Şirnexê li helîkopterek skorsky dane.
HPG-NÇR’ê diyarkir ku, di 22’ê Mijdarê demjimêr 15.00’an de helîkoptera skorsky ku ji qereqola Osyan ya girêdayî Şirnexê ber bi Şirnexê ve diçû gêrîlayan derbe lêdaye, helîkoptera derbe xwar neçar ma ji herêmê dûr bikeve.