Gerîlayên HPG’ê li Çelê çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li dijî leşkerên li derdora Tûgaya Çelê kom bûyî û avaliyên li Tûgayê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li dijî leşkerên li derdora Tûgaya Çelê kom bûyî û avaliyên li Tûgayê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine.
HPG’ê ragihandin ku 11’ê Îlonê dema konvoyek leşkerî ji gundê Erbîşê yê girêdayî Çelê diçû qada Ertûşê li dijî wesayîta zirxî ya Kobra çalakiyek li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin; “Roja 11'ê Îlonê saet di 09:30 de, hêzên me li dijî leşkerên li dora Tûgaya Çelê a Colemêrgê li hev civiya bûn û avahiyên li nava tûgayê, bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
11'ê Îlonê saet di 11:00 de, hêzên me bi RPG-7 û çekên ferdî ji nêz ve li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xistin, ku ev maşîna zirxî tevî konvoyeke leşkerî ji gundê Erbîş ê Çelê diçû herêma Ertûşê. Di encama derbên hêzên me de maşîna zirxî îmha bû û leşkerên tê de mirin. Lê belê hejmara leşkerên mirin nehat zelalkirin.
LI QILEBANÊ BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ
Hêzên me roja 11'ê Îlonê saet di navbera 13:00-13:30 de bi çekên giran li leşkerên li herêma Çeperên Şêxa ya li navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe de hêzên me roja 11'ê Îlonê saet di 18:30 de li herêma Şerefan a navçeya Elbak a Wanê, li çepereke qereqola Bibanê xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin.”
LI ÇOLETERÊN HATAY, OSMANIYE Û DÎLOKÊ OPERASYON
HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk li çoltera Osmaniye, Hatay û Dîlokê operasyon daye destpêkirin, û ev agahî parve kirin: “Artêşa TC li bejahiya Somaniye, Hatay û Dîlokê dest bi operasyonê kir. Roja 9'ê Îlonê, li deşta Hinizr a navçeya Îslahiye ya Dîlokê di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket.Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Yekîneyên veşartî yên artêşa TC li sêgoşeya Osmaniye, Hatay û Dîlokê kemînan datînin.”
DI BOMBERDÛMANA QENDÎLÊ DE ZERAR GIHIŞTIYE REZ Û BAXÇEYÊN GELÊ HERÊMÊ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku 11'ê Îlonê saet di navbera 14:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li girê Hîva yê li herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û destnîşan kir ku ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû.