Gerîlayê TÎKKO Erel ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê TKP/ML TÎKKO Ersîn Erel ku li Alîbogazi bi leşkerên ku derketin operasyonê re kete nav şer û jiyana xwe ji dest da,li gundê wî Baskîcan, di bin berfê de ber bi bêdawîtiyê ve bi rê kirin.

Gerîlayê TKP/ML TÎKKO Ersîn Erel (Hakan) ku li Çemîşgezek a Hozatê ya Dêrsimê, li Herêma Alîbogazi piştî bombekirin bi balafirên şer û helîkoptêran, bi leşkerên ku derketibûn operasyonê ketibûn şer û li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî, ber bi rêwitiya dawî ve hate birêkirin. Cenaze piştî ku li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate naskirin, ber bi Xarpêtê ve birin û li Mala Cem a Fevzî Çakmak wecîbeyên olî hatin bi cih anîn. Cenazeyê Erel ku ji Mala Cem bi gelek wesayitan hate derxistin û ber bi Dersimê ve çû. Li navçeya Pertekê li gel ku berf pir dibariya jî di cihê kontrolê de demek dirêj hate sekinandin.

Cenazeyê Erel ku li gel hemû astengiyan gihaştî navçeya Pertekê, li Mezrika Baskîvan a gundê Daranasiyê ji hêla wekîlê Dersimê yê HDP’ê Alîcan Onlu, endamên Partîzan û welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li ser cinazeyên Erel lorîk hatin avêtin û dia hatin xwendin. Piştî deqeyek rêzgirtinê cenazeyê Erel li ser milan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ heta bi goristanê birin.

Li vir lorîkên dayika Erel kir ku hemû kesên li wir dilzîz bibin û bavê Erel Azîz Erel bi kurtî axivî, spasiya hemû kesên ku amade ne kir.

Piştre qûrnefîl li ser gora Erel hatin danîn û girse ji goristanê veqetiya.