BI DÎMEN

Gerîlayê THKP-C/MLSPB Kadîr Tandogan bi merasîmekê hat bîranîn

Gerîlayê THKP-C/MLSPB Kadîr Tandogan, ku roja 5'ê Tebaxê di êrîşa balafirên şer ên Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn.

Şehîdê destpêkê yê gerîla yê THKP-C/MLSPB Mûhammed Arslan (Kadîr Tandogan), ku roja 5'ê Tebaxê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê pêkhateyên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ve bi merasîmekê hat bîranîn. 

Di peyama THKP-C/MLSPB de hat ragihand, Tandogan di sala 2014'an de tevlî nava refên tevgera wan bûye, di dawiya Nîsana 2015'an de derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bûye û hat gotin, "Di tabûra azadiyê ya Enternasyonalîst de ku li Rojava hat damezrandin weke şervanê Partî-Eniyê beşdarî pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bû. Dema kantonên Kobanê û Cizîrê gihîştin hev, weke şoreşgerekî Enternasyonalîst wî ala Partî-Eniyê hilda."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrêyê me Mûhammed Arslan weke gerîlayê destpêkê yê bejahiyê yê THKP-C/MLSPB navê xwe daye nivîsandin. Di emrê xwe yê kurt de li metropolê bû milîs, li Rojava bû şervanê Enternasyonalîst, li çiyê jî bû gerîlayê Partî-Eniyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke tevgera Partî-Eniyê em dibêjin; em ê agirê raperînê yê li çiyayê Kurdistanê, bigihînin Zîgana, Torosan û Kaçkaran.

Weke tevgera Partî-Eniyê em dibêjin; heta Tirkiyeyeke serbixwe, demokratîk û sosyalîst werre avakirin em ê bi rengekî bênavber li dijî emperyalîzm, olîgarşî û faşîzmê şer bikin."

Di merasîmê de, li ser navê pêkhateyên TŞYG'ê yek bi yek peyam hatin xwendin. 

Pêkhateyan di şexsê Kadîr Tandogan de hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn û destnîşan kirin, ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

...