Gerîlayê HPG’ê Pehlîvan spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Pehlîvan (Dêrsim Lîçok) bi beşdariya hezaran kesî li Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a li Licê hate definkirin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Mehmet Pehlîvan (Dêrsim Lîçok) piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe ji Tipa Edlî ya Meletiyê girt. Cenaze bi konvoyekê anîn navçeya Licê ya Amedê. Cenazeyê Pehlîvan li Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ji hêla bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Girseya cenaze hilgirt bi dirûşmên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" anî qada merasîmê ya li nav goristanê. Di merasîma cenaze de alên HPG, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Hevşaredara Licê Rezan Zugurlî, Hevşaredara Rezanê Bîrsen Akat, rayedarên DBP, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.
'KURÊ GELÊ KURD E'
Li ser tabûta bi ala PKK'ê hat pêçandin, rêz hate girtin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle diyar kir ku li hemberî gelê Kurd komkujiyek tê meşandin lê ew ti carî li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Bavê Pehlîvan jî anî ziman ku kurê wî kurê tevahiya gelê Kurd e û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. Piştî axaftinan cenaze hate definkirin. Piştî merasîma cenaze girse derbasî Mala Şînê ya Dercîmtî bû.