Rêxistina DBP'ê ya navçeya Sarayê, ji bo gerîlayê HPG'ê Ferdî Ozevlî (Xebat Ozalp) ê di sala 2006'an de di şerê li dijî leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Tumê mewlûd da xwendin.
ANF
WAN
pêncşem, 2 tîrmehê 2015, 10:52
Rêxistina DBP'ê ya navçeya Sarayê, ji bo gerîlayê HPG'ê Ferdî Ozevlî (Xebat Ozalp) ê di sala 2006'an de di şerê li dijî leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Tumê mewlûd da xwendin.
Welatiyên beşdarî mewlûdê bûn, gora Ferdî Ozevlî ya li goristana Tumê ziyaret kirin û dua xwendin. Li dû xwendina dûayan ji bo bîranîna Xebat ê HPG'yî û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Alîkarê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Fadil Bariştiran li vir peyivî û got, "Cih û meqamê me çi dibe bila bibe em ê di rêya şehîdên xwe de bi felsefeya Birêz Ocalan bêsekin bimeşin." Bariştiran da xuyakirin ku ciwanên leheng ên Kurdistanê îro li Rojava, Şengal û Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî hovîtîiya barbarên DAIŞ'ê hewl didin rûmeta mirovahiyê biparêzin.
Bavê gerîla Ozevlî Bûrhan Ozevlî jî got, "Di nava hemû gelan de êş û kesera herî mezin li erdnîgariya Kurdistanê tê jiyîn...Em bi ewladên xwe û hevrêyên xwe yên şehîd ketine serbilind in."
Merasîma bîranînê piştî xwendina helbestan bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.