Gerîlayê HPG’ê Ozbey li Wanê hat bîranîn
Bi pêşengiya Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê ji bo gerîlayê HPG'ê Ozbey Yalçin (Botan Behdînan) di sala 2007'an de di pevçûna li çoltera Dêrsimê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.

Li Wanê bi pêşengiya Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê li mala sersaxiyê ya Taxa Yenîmahalleyê ji bo gerilayê HPG'ê Ozbey Yalçin (Botan Behdînan) di 2007'an de di pevçûnê de jiyan xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Ji bilî gelek welatiyan, malbata Yalçin, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û hevşaredarên Îpekyolu û Artemêtê tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, alên PKK, KCK û YDG-H'ê hatin daliqandin. Balkêş bû ku di dema mewlûd hat dayîn de di wesayîtên zirxî yên polîsan ên li derdorê digeriyan wêne û dîmen dikişandin.
Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan axaftineke kurt kir û got ku gelê Kurd bi saya ciwanan gihîştiye vê merhaleyê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer anî ziman ku ciwanan zilma li gelê Kurd hatiye kirin qebûl nekirine û derketin serê çiyayan. Uçer got ku ciwanên ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirine wê ti carî neyên jibîrkirin û wiha axivî: "Em vê jiyana bi rûmet deyndarî şehîdên xwe ne. Têkoşîna me bi dawî nebûye û didome. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê di rêya şehîdên xwe de bimeşin." Uçer bal kişand ser peyama Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de bi gel re parve kir û wiha pê de çû: "Divê ji bo hilbijartinên 7'ê Heziranê çi ji destê kê tê bike. Her hilbijartin ji bo gelê Kurd tê wateya referandûmê. Ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê tiştên ku ji destê me bên em ê bikin."
Bavê Yalçin jî spasiya xwe pêşkêşî kesên beşdarî mewlûdê bûne kir û wiha axivî: "Em ê her tim di rêya ku şehîdan vekiriye de bimeşin û xwedî li şehîd û Rêbertiya xwe derkevin."
Piştî axaftinan mewlûd bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.