Gerîlayê HPG’ê Kizilay spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di encama provokasyona dewleta Tirk de, li Tendurekê jiyana xwe ji dest da, li Îdirê bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di encama provokasyona dewleta Tirk de, li Tendurekê jiyana xwe ji dest da, li Îdirê bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) di encama provokasyona dewleta Tirk de, li Tendurekê jiyana xwe ji dest da, li Îdirê bi merasimeke girseyî spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HGP’ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê ku roja 11’ê Nîsanê di encama pevçûna ji ber provokasyona dewleta Tirk rû da de jiyana xwe ji dest da, piştî merasîmekê ji herêma Tendurek a navçeya Giyadîn a Agiriyê wergirtin û anîn Îdirê.
Piştre cenazeyê Kizilay bi karwanekî qelebalix ê wesayîtan birin Taxa Karaagaç a navenda bajarê Îdirê. Cenaze piştî demekê hat rawestandin, karûbarên otopsiyê qediya û ji wir ji bo nimêja cenaze birin mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî birin Goristana Asrî ya girêdayî navenda Îdirê. Parlamentera HDP’ê ya Îdirê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, rêveber û hevserokên HDP-DBP’ê yên Îdirê jî tevlî merasîmê bûn. Di meşê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Ey Şehîd rêya te rêya me ye”, “Şehîd Namirin” û “Qatil AKP” qîriyan.
Polîsan xwest koma pêşî gihişt Goristana Asriyê asteng bike. Lê girse li dijî polîsan derket. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Girseyê bi keviran şerê polîsan kirin. Piştî demek kurt berdewam kirin 2 kes birîndar bûn.
Piştî bûyeran, cenaze birin goristanê û piştî xwendina dûayan cenaze spartin axê. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.