Gerîlayê HPG’ê Kayahas spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Vefa Kayahas (Devrîm Tendurek) yê li Erdîşê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Ebexê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Vefa Kayahas (Devrîm Tendurek) yê li Erdîşê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Ebexê hate definkirin. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî di merasîmê de bi gotina "Zarokên ku dayik wan ji çavên xwe diparêzin bi hovane tên qetilkirin" li hemberî şewitandina cenazeyan nerazîbûn nîşan da.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Vefa Kayahas (Devrîm Tendurek) yê li Erdîşa Wanê 13'ê Mijdarê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî bi 2 hevalên xwe re hate şewitandin piştî testa DNA'yê li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil hate wergirtin. Cenaze ji vir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Taxa Qeymez a Ebexê û di ketina taxê de li ser milan birin mala wî ya lê dayik bûye. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "PKK gel e gel li vir e" "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî, rêveberên HDP û DBP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û hevşaredar jî beşdarî merasîmê bûn. Cenaze piştî ku ji malê hate wergirtin li goristanê bi dûayan ve hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Wanê Naîme Uçar axivî û qetlîama hatiye kirin şermezar kir û got ku gelê Kurd bi saya şehîdên xwe wê azad bibe.

Parlamenter Geverî jî ji bo gelê Kurd sersaxî xwest û wiha got: "Hêvîdar im hevalê me Devrîm wê bibe şehîdê dawî. Zarokên ku dayik wan ji çavên xwe diparêzin bi hovane tên qetilkirin. Em xemgîn in lê bi têkoşîna ku şehîdên me didin wê gelê Kurd azad bibe."

Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiyan û derbasî mala sersaxiyê bûn û ji bo malbatê sersaxî xwestin.