Gerîlayê HPG’ê Kaya, li Erdîşê spartin axê
Gerîlayê HPG'ê Îsmaîl Kaya ku li navçeya Giyadîn a Agiriyê li gel 2 zarokan hate înfazkirin li navçeya Erdîş a Wanê bi tevlîbûna hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê şeva 12'ê Tebaxê li Taxa Murat ê gerîlayê HPG'ê Îsmaîl Kaya (Destan Serhat) li gel 2 zarokan ji aliyê tîmên taybet ve hatibû înfaz kirin. Cenazeyê Kaya, piştî karên otopsiyê bi konvoyek ji sedan wesayîtan anîn navçeya Erdîş a Wanê.
Cenaze li Taxa Axî ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin û piştre cenaze birin Taxa Tewladêrê ku Kaya lê ji dayik bûye. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.
Di ketina gund de girse ji wesayîtan daket û li gel wesayîta cenaze ber bi mala Kaya ve meşiya. Piştre cenazeyê Kaya birin mizgefta taxê û wecîbeyên olî pêk anîn. Paşê girseyê darbesta Kaya da ser milan û ber bi goristana gund ve meşiya û darbesta Kaya bi dûayan spartin axê.
Li vir apê Îsmaîl Kaya Cercîs Kaya axivî û got: "Yên agir xistin dilê me bi agir bikeve dil û ocaxa wan. Bila serê Rêber Apo û serê gelê Kurd sax be."
Merasîma cenazeyê bi dirûşman bi dawî bû.