Gerîlayê HPG’ê Çelîk li Licê spartin axê
Gerîlayê HPG'ê Emrah Çelîk ku li ser rêya Mavana ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû li ser axa ku lê ji dayik bûye ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Gerîlayê HPG'ê Emrah Çelîk (Berxwedan Amed) ê 13'ê Tebaxê li ser rêya Mavana ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Biryasa Jorîn a lê ji dayik bûye ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Çelîk îro piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tip a Edlî ya Meletî anîn Amedê. Cenazeyê Çelîk ji vir birin Goristana Yenîkoyê û piştê wecîbeyên olî bi dirûşmên "Şehîd namirin" ji bo ku were defin kirin ji gundê Biryasa Jorîn a Licê re hate şandin.
Cenazeyê Çelîk li ser rêya Licê-Çewligê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyek ji sedan wesayîtan ber bi gund ve hate birin. Cenaze di ketina gund de ji 7 salî heya 70 salî ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Çelîk li ser milan û bi dirûşman ber bi goristana gund ve birin û li wir defin kirin. Piştî definkirinê Hevserokê HDP'a Amedê Omer Onen axaftinek kurt kir û got "Ev têkoşîn li hemberî hêzên qirêj têkoşîna azadiyê ye. Yên ku desketiyên Kurdan qebûl nakin bi salan e li hember Kurdan şer îlan kirine. Bi hezaran ciwanên me jî li hemberî van êrîşan bi rûmeta xwe li ber xwe de."
Girse piştî axaftinan çû cihê taziyeyê yê li gund hatiye danîn.