Gerîlayê HPG’ê Çamak ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Çamak ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Çamak ê piştî lihevhatina DNA’yê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate wergirtin, wecîbeyên olî yên li Mala Cem a Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hate astengkirin. Cenazeyê ji Amedê hate wergirtin, di têketina Çewlikê li Tesîsên Bêhnvedanê yên Kervansarayê ji aliyê bi dehan wesayîtî ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Çamak ê ji wir anîn Gundê Çermê, li pêş malê wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Piştî ji malbatê helaltî hate xwestin, cenazeyê Çamak li ser milên di nav dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de heta goristana gund anîn. Di heman demê de posterên mezin ên berpirsê berxwedana Nisêbînê Çamak û alên PKK’ê hatin rakirin,. Di merasîmê de li gel Wekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Çewlikê û navçeyan, malbatê bi sedan kes amade bûn.

Cenazeyê Çamak li rex Xalê wî Velî Dînler li ser daxwaza dayika Çamak hate definkirin. Cenaze bi darbesta li ala kesk, sor û zer rapêçayî ve hate veşartin, xwişka Çamak jî beybûnên ji gund komkirin xist nav axa gora Çamak. Dîsa, dema dayik û xwişkên Çamak bi kulman axa avêtin gorê, kêliyên hestiyar li nav girseyê serwer bû.

Piştî definkirinê, demek dirêj dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin, tilîlî qut nebûn. Birayê Çamak, Rahmanî Çamak jî ji ber MEYDAR-DER, partiyî û gel ew bi tenê nehiştine spasiyên xwe pêşkêş kir.

Çamak anî ziman ku dema ji bo definkirina cenaze çûne Mêrdînê bi malbatek din re rastî hev hatine, dema malbatê pirsiye bê ji bo kîjan cenazeyî hatine jî, diyar kir ku ji malbatê re gotiye birayê Xebatkar e. Bira Çamak wiha pê de çû: “Malbatê got, ‘xweziya yê şehîd ketiye ne Xebatkar bûya, birayê min bûya. Xebatkar lîderê me bû. Şervanê me bû. Em hemû gelekî jê hez dikin.’” Çakmak bi bîr xist ku gel pirî jê hez dikir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yê li vir paldayî, fermandarekî mezin e. Ez, gel ê ku heta niha me bi tenê nehiştiye, li ser gora birayê xwe silav dikim.”

Piştre, Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken axivî, diyar kir ku ev gel sed sal in soza bicihanîna îdealên şehîdan daye, wiha domand: “Birayê Zamanî, ewladê egît ê vî gelî, heta niha li her çar parçeyê Kurdistanê axa ku neçûyê nîne, eger vegeriyabe axa xwe, ji bo hemûyan mîrateyek bi nirx a em xwedî lê derdikevin hiştiye. Ew mîrate, azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Îro em careke din soz didin şehîdên xwe, heta em jiyangehên xwe demokratîk bikin, heta em Kurdistanê azad bikin, azadiya gelê Kurd bi tevahî cîhanê bidin qebûlkirin, tevî hemû zext, zilm û qetlîaman jî em ê ji têkoşîna xwe venegerin.”

Piştî gotinên Balûkên, endamên malbatê strana hunermend Comert ê kul i gel bapîrê Çamak mezin bûyî, a “Ez Şehîd im” bi hev re gotin.

Girseyê piştî fitara xwe li ber malê şikand, belav bû. Serxweşî wê li Gundê Çermê bên qebûlkirin.