Gerîlayê HPG’ê Akici li Agiriyê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê M. Şerîf Akici (Xemgîn Agirî) li gundê Burnubulaka Dûdaxa Agiriyê hate definkirin.

Gerîlayê HPG’ê M. Şerîf Akici (Xemgîn Agirî) ê 25’ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, li cihê lê ji dayik bû hate definkirin. Cenazeyê Akici bi konvoyek mezin anîn gundê Burunbulaka Dutaxa Agiriyê. Cenaze di daketina gund de ji hêla bi hezaran kesên Parlamenterê Agiriyê yê HDP'ê Berdan Ozturk û Dirayet Taşdemîr, Hevserokê Şaredariya Dudaxê Firat Ozturk, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de ve hate pêşwazîkirin. Welatiyan cenaze girtin ser milê xwe û bi meş heta goristana gund birin.
Piştî rêzgirtinê bavê Akinci diyar kir ku gelê Kurd li nirxên xwe xwedî derketiye û spasî ji bo beşdaran kir. Cenazeyê Akici bi dûayan hate definkirin. Girse piştre derbasî avahiya malbata Akinci bû û sersaxî xwest.