Gerîlayê ARGK'ê Karakoyûn li Wanê hat bîranîn

Gerîlayê ARGK'ê Şeyhmûz Karakoyûn (Amed Firat) ê li Wanê di pevçûneke sala 1999'an de bi birîndarî hat girtin û piştre hat qetilkirin, di salvegera 16. de li Wanê bi çalakiyan hat bîranîn.

Gerîlayê ARGK'ê Şehmûz Karakoyûn (Amed Firat) ê li Wanê di pevçûneke sala 1999'an de bi saxî hat girtin û piştre hat qetilkirin, di salvegera 16. de li Wanê bi çalakiyan hat bîranîn. Navê Karakoyûn li taxeke li Wanê hat kirin.

Gerîlayê ARGK'ê Şeyhmûz Karakoyûn (Amed Firat) ê di 25'ê Adara 1999'an de di pevçûnekê de bi birîndarî hat girtin, piştre hat qetilkirin û cesedê wî danîn Taxa Xaçortê, di salvegera 16. de li Wanê hat bîranîn. Girseya gel a ji bo merasîma bîranînê li ber Navenda Çandê ya Nûda civiya, di destpêkê de beşdarî bîranîna li Goristana Garîpler a gora Karakoyûn lê ye, bû. Di merasîma bîranînê de malbata Karakoyûn, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevşaredarên Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn û Abdulkerîm Sayan, rêveberên HDP-DBP ên Bajêr, Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û girseyeke qelebalix amade bûn. Di merasîma li goristanê de wêneyên Karakoyûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên aştî û azadiyê, xwişka Karakoyûn Nazan Karakoyûn peyivî, ji beşdaran re spasiyên xwe pêşkêş kir û helbesteke rêhevalên çekê yên ji bo Şeyhmûz Karakoyûn nivîsandibûn, xwend. Merasîma li goristanê piştî ku qûrnefîl danîn ser gora Karakoyûn bi dawî bû.

Piştî bîranîna li goristanê, girseya gel beşdarî merasîma fermî ya vekirina Taxa Şehîd Firat bû, ku li Taxa Dere pêk hat. Girseya gel li ber tabelaya "Taxa Şehîd Firat" a li navenda taxê civiya û deqeyek rêz girt.

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Mîraz Çalli di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist Karakoyûn piştî bi saxî hat zevtkirin ahtiye qetilkirin û ev yek li dijî hiqûqa şer e. Çalli got, "Li pêşberî me dijminekî welê heye ku ti hiqûqê nas nake. Şehîd Firat di sala 1999'an de di dema agirbestê de bi awayekî bêdaraz hatiye qetilkirin. Di şer de mirov dest nade hespên dijmin jî. Lê belê vana li Roboskî û li gelek deverên din hesp jî qetil kirin. Li pêş çavê Seyîd Riza kurê wî bi darve kirin. Di salên 90'î de bi destê Hîzbûllah û JÎTEM'ê gelek komkujî hatin kirin. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dixwaze komîsyona lêkolînkirina rastiyan were avakirin. Em dixwazin rastî derkevin holê."

Piştî axaftinan malbata Karakoyûn û hevserokên bajêr, qûrdeleya sor a li ser tabelaya ji navê Şehîd Firat a taxê birîn.

Girseya gel dûre meşiya cihê bedenê Karakoyûn avêtibûn wê derê û qûrnefîlên sor danî cihê bûyerê.