Gerîlayan li Wanê li qereqolê xistin

Gerîlayan li Wanê li qereqolê xistin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Şaxê ya Wanê li qereqolekê xistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Şaxê de ev agahî da: “Di 27’ê Cotmehê de di saet 19.00’an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî qereqola Xawiştayê ji aliye gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliye me ve nehatiye zelalkirin.”