Gerîlayan li qereqola Oremarê xist

Gerîlayan li qereqola Oremarê xist

Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Oremarê ya navçeya Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di 27’ê Cotmehê de di saet 15.00-16.00’an de û di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke leşkerî ya qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeper û wesayitên li gir bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Geperê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

HPG-NÇR’ê diyar kir ku 28’ê Cotmehê , di navbera saet 16.00-17.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Gostê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan, dîsa di navbera saet 17.00-18.00’an jî li dijî herêma Gostê û neqeba Ranyapîrê bi balefirên şer hatiye bombekirin.