Gerîlayan li Amed û Mêrdînê çalakî lidar xistin
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li Amed û Mêrdînê bersiv dan êrîşan.
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li Amed û Mêrdînê bersiv dan êrîşan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê diyar kir ku di 11'ê Mijdarê saet di 07:00 de li pêşniya navçeya Mêrdîn Kerboranê, hêzên gerîla li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiya sabotajê pêk anîne. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî hatiye îmhakirin, 3 leşker hatine kuştin, leşkerek jî bi giranî birîndar bûye. Hat ragihandin ku artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan rakiriye û li herêmê derketiye operasyonê.
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 11'ê Mijdarê li pêşiya navenda navçeya Mêrdîn Kerboranê, li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî şehîdgehên me, ji bo bîranîna gerîla û mirovên me yên welatparêz ên şehîd ketine, çalakiya sabotajê hatiye kirin û di çalakiyê de welatiyekî sivîl ê ku 300 metre dûrî cihê çalakiyê bû ji ber parçeyê ji wesayîtê hat îmhakirin pengizî, jiyana xwe ji dest da. Di vê çalakiya ku leşker hedef hat girtin de, ji ber ku welatiyê bi navê Ramazan Tarî yê ku li cihekî dora çalakiyê bû û bi parçeyekî lê ket jiyana xwe ji ket, em gelekî êşandiye. Ji malbata wî û xizmên wî re em sersaxiyê dixwazin. Nûçeyên ku îdîa dikin ev çalakî li hemberî sivîlan e, bi temamî ji bo reşkirinê ne û divê kes jê bawer nekin."
GERÎLAYAN LI FARQÎNÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎN
Di daxuyaniya HPG'ê de li ser qewimînên li Farqînê ev agahî hatin dayîn: "10'ê Mijdarê, dorpêçiya navenda navçeya Farqînê ji aliyê artêşa Tirk ve dewam kir. Li hemberî leşkerên bi tank û wesayîtên zirxî diçûn derdora gundê Reşo, tîmeke me ya gerîla çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiya li hemberî êrîşên li Farqînê dewam dikin hat lidarxistin de 2 leşker hatin kuştin. Çapemeniya Tirk îdîa kiribû ku leşkerek di binê tankê de maye û miriye. Ev nûçe ne rast e. Tîma me ya gerîla piştî çalakiyê bi sexlemî vegeriya baregehên xwe.
11'ê Mijdarê, pira Malabadî ya navçeya Farqînê bi wesayîtên zirxî Kîrpî û Panzeran hatiye girtin. Saet di 15:30 de gerîlayên me bi çekên nîv otomatîk gule derbên bi bandor li van wesayîtan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin.
11'ê Mijdarê saet di 15:45'an de rêya gundê Herşel ê Farqînê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin."
HELÎKOPTERAN CÛDÎ BOMBE KIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wekî din ragihand ku 11'ê Mijdarê saet di navbera 15:30-16:30 de helîkopterên bi tîpa Kobra qadên Dola Hirça, Nava Kara, Xursê Keça û Şehîdgeha Cûdî yên li Herêma Cûdî bombe kirine.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "11'ê Mijdarê saet di navbera 16:00-16:30 de li hemberî qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de xisareke madî li qereqolê rû da."
ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÊN XWE DIDOMÎNE
Di daxuyaniya HPG'ê de li ser êrîşên artêşa Tirk ev agahî hatin dayîn:
"11'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-15:00 de Alaya Topvan a Bejuhê ya li ser sînorê herêma Heftanînê û artêşa TC a li derdora herêma Şehîd Kendal, bi tank, obus û hawanan qada Deriyê Davetiya bombe kir.
11'ê Mijdarê saet di navbera 14:30-15:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê, obus û hawan avêt girê Şehîd Colemêrg.
11'ê Mijdarê saet di navbera 08:30-16:00 li herêma Metîna û xeta sînor, saet di navbera 22:00-00:00 û roja 12'ê Mijdarê (îro) saet di navbera 03:00-04:30 de li herêma Zapê, 12'ê Mijdarê saet di navbera 05:00-11:30 de li herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."