Gêrîlayan êrîşî qereqolê kirin

Gêrîlayan êrîşî qereqolê kirin

Duh şev gêrîlayên HPG’ê bi roket û çekên lûledirêj êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Gundê Magara yê di navbera navçeyên Mîdyat û Hezexê de kirin.

Hate ragihandin ku, duh di demjimêrên 20.30’ê şev de gêrîlayên HPG’ê bi roket û çekên lûledirêj êrîşî Qereqola Cendirmeyan ya Gundê Magara ya di navbera navçeyên Mîdyata Mêrdîn û Hezexa Şirnexê de kirin. Hate ragihandin ku, piştî pevçûna qasî demjimêrekî dom kir, gêrîlayên HPG’ê ji herêmê dûr ketin.

Di derbarê encamên pevçûnê heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, ji demjimêrên serê sibehê ve operasyonekî bipiştgiriya hewayî destpê kiriye.