Gerîlaya YJA Starê Abak ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Gerîlaya YJA Starê Sumeyye Abas (Nûda Cizîrî) ya li Zapê jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Cizîra Botan ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.
ANF
ŞIRNEX
duşem, 22 pûşperê 2015, 11:24
Gerîlaya YJA Starê Sumeyye Abas (Nûda Cizîrî) ya li Zapê jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Cizîra Botan ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. Hevserokê MEYA-DER a Cizîrê Yîgît li merasîmê peyivî û got, "Divê em di rêya bi rûmet a zarokên me di oxira wê de şehîd ketine bimeşin, bibin dê, bav, xwişk û birayên hêjayî wan."
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sumeyye Abas (Nûda Cizîrî) ya di meha Gulanê de li Zapê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê duh şandibûn Amedê. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Amedê cenaze bi konvoyeke qelebalix danê sibehê anîn Cizîrê û ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.
Girseya gel li Kolana Hezexê, tevî rojiyê û germa dijwar jî, heta danê nîvro li benda cenaze sekinî. Cenaze li pêşiya navçeyê bi çepik, tilîlî û dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Dikandarên navçeyê jî ji bo pêşwazîkirina cenaze dikanên xwe venekirin û tevlî merasîmê bûn.
ZÊDEYÎ 10 HEZAR KES MEŞIYAN
Girseya gel a bi wêneyên Abak, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPJ'ê pêşwazî kir, heta Kolana Nisêbînê meşiya. Di dema meşê de hejmara beşdaran 10 hezar derbas kir. Cenazeyê Abak ji wesayîta cenaze hat derxistin, jinan ew hilgirt ser milan û birin heta Goristana Asrî ya Cizîrê.
'EM Ê DI RÊYA ZAROKÊN XWE DE BIMEŞIN'
Li ber goristanê, li ber sirûda Ey Reqîp deqeyek rêz hat girtin û piştre Hevserokê MEYA-DER Şaxê Cizîrê Mele Qasim Yîgît peyivî. Yîgît anî ziman ku Cezîrî fakulteya tipê qedandiye û tevî vê yekê jî berê xwe daye çiyayên azad û got, "Keça Kurd Nûda ya li hemberî zilma li gelê Kurd tê kirin bêdeng nema û weke parêzvanên gelê xwe berê xwe da çiyayên azad. Di vê rêya bi rûmet de şehîd ket. Ya dibe para me jî; meşa di vê rêya bi rûmet a zarokên me ye, bûyîna dê, bav, xwişk û birayên hêjayî wan e. Bila serê tevahiya gelê Kurd sax be."
Dayik Lalîhan Abak jî diyar kir ku keça wê keça tevahiya gelê Kurd e û ji gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re sersaxî xwest.
Cenazeyê Abas li Goristana Asrî ya Cizîrê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.