BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand ku bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên bi tevger pêk anîn, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn."