Cenazeyê gêrîla Sevînc Sezgîn ku di sala 1997'an de li navçeya Çemîşgezekê ya Dêrsimê de pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li gundê wê yê lê ji dayîk bû hate definkirin.
Di salên 1990'an de li navçeya Çemîşgezeka Dêrismê gelek şer û pevçûn pêk hatin û gelek gêrîlayên PKK'ê di gorên komî de hatin definkirin. Piştî salên borî gorên aydî gêrîlayên PKK'ê derketibûn holê. Di kolandina gorên komî de di 1997'an de li bejahiya Çemîşgezekê gora komî hatibû kolandin de 14 cenazeyên gêrîlayên PKK'ê hatibûn derxistin. Di gora komî ya navçeya Çemîşgezekê de hestiyê cenazeyê gêrîlaya PKK'ê Sevînç Sezgin (Şilan), ji bo testa DNA'yê şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA'yê bi encam bû, malbata gêrîla Sezgîn hestiyê gêrîla Sezgîn anîn Dêrsimê. Malbatê piştî cenaze anîn Cemxaneyê û merasim pêk anîn. Piştî rêzgirtinê cenazeyê gêrîla Sezgin bi sloganên "Şehîd namirin" birin gundê Dîlanoglu yê navçeya Mazgirtê û bi girseyî definkirin.
Cenazeyê gêrîla Sezgin li gund bi rengên kesk, sor û zer hat pêşwazîkirin. Cenazeyê gêrîla Sezgîn li goristana gund li tenişta gora dayîka wê hate definkirin. Bi Kurmanckî zimên hatin lorandin û dua hatin kirin.
Ji bo gêrîla Sezgin dê li taxa Mogoltay ya navenda Dêrsimê serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.