Gêrîla li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin

Gêrîlayên HPG/YJA Star li herêma Gareyê komek a leşkerên dewleta Tirk xistin bin kontrola xwe û çalakiyek li dijî wan kirin.

Di navbera gêrîlayên HPG/YJA Star ên li herêma Gare ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê û dewleta Tirk a dagirker de şerên giran diqewimin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatîn bidestxistin, hêzên gêrîla seat 14:30 leşkerên dewleta Tirk ên dagirker xistin bin kontrola xwe û bi bandor li wan xistin.

Di derbarê kuştiyên artêşa Tirk de agahiyên zêdetir ne hate bidestxistin.