Gêrîla Hello li Silêmaniyê hate definkirin

Gêrîla Hello li Silêmaniyê hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Herêm Eli (Hello Şahin) li bajarê xwe Silêmaniyê bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Herêm Eli (Hello Şahin) ku di 16'ê Cotmehê de li Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Silêmaniyê bi girseyî hate definkirin. Malbatê piştî cenazeyê zarokê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin, birin bajarê Silêmaniyê. Cenazeyê gêrîla Hello ji aliyê saziyên sivil yên civakî û nûnerên PÇDK'ê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî cenazeyê gêrîla Hello bi girseyî hate pêşwazîkirin, li Goristana Malbatê ya Silêmaniyê bi girseyî hate definkirin. Pişti merasimê pismamê gêrîla Hello Hacî Salîh diyar kir ku, ew şehîdê Kurdistanê ye. Hevseroka Giştî ya PÇDK'ê Necibe Omer jî anî ziman ku, gêrîla Hello li pey xwe nasnameya pekrewaniyê hişt û dê layiqî wî bin.