Gerîla Hello li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîla Hello li ser gora xwe hat bîranîn

Gerîllayê HPG Hello Şahîn (Herêm Elî) yê ku 16’ê Cotmehê li Çêlê jiyana xwe ji dest dabû îro li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiye Komiteya Malbatê Şehîdan a Partiya Çareseriya Demokratîk Kurdistanê (PÇDK) li ser gora xwe hat bîranîn.

Bi minasebeta cejna qurbanê li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê saet di 13:00’an de gerîllayê HPG’ê Hello Şahîn li goristana Şêx Mihyedîn ser gora xwe hat bîranîn. Li gel malbata Hello Şahîn gelek kesên din beşdarî serdana bîranînê bûn.