Gerîla: Girîng e gelê me dengê xwe bide HDP'ê
Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, desteka ji bo HDP'ê zêde dibe.
Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, desteka ji bo HDP'ê zêde dibe.
Gerîlayan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ew destekê didin HDP'ê û bang li gel kir ku ji bo serketina HDP'ê bi dil û can bixebitin.
'DENGÊ JI BO HDP'Ê TÊ WATEYA DEWAMKIRINA JIYANEKE AŞTIYANE'
Gerîlayê HPG'ê Sîdar Zevkî da xuyakirin ku yekane partiya rasteqîn û azadîparêz HDP ye û anî ziman ku HDP hemû civatan, mirovên ji her nîjad, çand, zayend û etnîkê di nava xwe vedihewîne û bi vî rengî yekane partiya ku civakê bi xwe vedibêje ye. Zevkî got, "Bila her kes ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi ruhê seferberiyê bixebitin. Bingeha civakê dayik û ciwan, divê bi hemû hêza xwe bixebitin. Her dengê ji HDP'ê re bê dayînt ê wateya dewamkirina jiyaneke aştiyane."
'MASKEYA LI RÛYÊ AKP'Ê KETIYE'
Gerîlaya YJA Starê Newroz Arjîn jî got, "AKP, li Rojhilata Navîn xwe weke nûnerê zîhniyeta yek netewe ya modernîteya kapîtalîst dibîne. Di salên dûr û dirêj de bi bikaranîna arguanên demokratîk re hewl da xwe weke mînak nîşanî Tirkiye û Rojhilata Navîn bide û di bin maskeya demokrasiyê de hewl da hin tiştan bike. Bi van hewladnên xwe re difikirî ku wê di hilbijartinan de weke yekane hêza alternatîf bi ser bikeve û careke din bibe hikûmet. Lê belê hat dîtin ku polîtîkayên AKP'ê yên zayendîparêz, pêkanînên antî demokratîk, hewldanên sextê yên 'demokratîkbûnê' û nebûna xwedî projeyên mayînde, di nava civakê de nayê qebûlkirin."
Arjîn bal kişand ser komkujiyên li Pirsûs, Amed, Enqwere û êrîşên li hemberî gelê Kurd ê xwerêveberî ragihandiye û got, "Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê êrîşa ewçend hovane nîşan dide ku AKP li ber tinebûnê ye. Ji ber ku di karaktera AKP'ê de perspektîfeke siyasî demokratîk, aştiyane û civakî nîne, serî li şer, pevçûn û polîtîkayên hovîtiyê dide. Bi vê nêzîkatiya faşîzan re ji bilî xwe ti alternatîfê nabîne."
Gerîlayê HPG'ê Rodî Ardil jî girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibîr xist û anî ziman ku HDP ne tenê partiyeke Kurdan e û diyar kir ku divê rewşenbîr, hunermend û çepgir jî bi xurtî tevlî vê hilbijartinê bibin. Ardil anî ziman ku HDP partiyeke Tirkiyeyê ye û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê divê mirovên ji her derdorê destekê bidin HDP'ê û xwedî li HDP'ê derkevin.