Gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê li ber xwe didin diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîladeke. Gerîlayan destnîşan kirin ku li Şengal, Rojava û her devera Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşîna azadiyê tê meşandin.
CÛDÎ GEVER/KÛRTAY SERHAT
ŞENGAL/ANF
şemî, 15 gelawêjê 2015, 10:08
Gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê li ber xwe didin diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîladeke. Gerîlayan destnîşan kirin ku li Şengal, Rojava û her devera Kurdistanê bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşîna azadiyê tê meşandin.
Gerîlayên HPG'ê, der barê Pêngava 15'ê Tebaxê de ji ANF'ê re axivîn.
'RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ LI RIHÊ ŞÎN BÛ LI ROJAVA BERHEM AFIRAND'
Gerîlayê HPG'ê Simko Welat da xuyakirin ku ruhê 15'ê Tebaxê yê li Dihê şîn bû, li Rojava û Şengalê berhem afirand û got, "Îro roja berxwedana mezin û cejna vejînê 15'ê Tebaxê ye. Bi pêşengya fermandarê vê berxwedanê hevalê Egîd, ev ruhê fedaî hat afirandin û ev ruh niha li her devera Kurdistanê belav bû. Li çar parçeyên Kurdistanê bi vî ruhê berxwedanê têkoşîn hat meşandin. Li Kobanê bi pêşengiya hevala Arîn Mîrxan, li Şengalê bi pêşengiya hevalên Pîrdogan û Canfeda, vî ruhê berxwedanê dewam kir. Ez Cejna Berxwedanê did estpêkê de li Rêber Apo, li tevahiya şehîdên berxwedanê û hemû berxwedêran pîroz dikim. Ev roj ji bo me gelekî girîng û watedar e. Di rêya hevalên xwe yên şehîd de em soza xwe dubare dikin. Em ê jî xwedî li vî ruh û fedaîtiyê derkevin. Û heta Rêber Apo û gerîlayên azadiyê yên Kurd hebin, ev ruh wê li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe."
'15'Ê TEBAXÊ ROJA SERHILDANA LI DIJÎ MÊTÎNGERIYÊ YE'
Ji berxwedêrên Şengalê Kedkar Bagok jî da xuyakirin ku 15'ê Tebaxê roja serhildana li dijî mêtîngeriyê ye û ev nirxandin kir: "Ez Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikim. 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd, rojeke nû, roja vejînê ye. Roja serhildana li dijî mêtîngeriyê ye. Roja fîşeka destpêkê ya li dijî dijmin hatiye teqandin, fîşeka destpêkê ya li hemberî xiyanet û mêtîngeriyê hatiye teqandin e. Em jî niha li çar parçeyên Kurdistanê ruhê 15'ê Tebaxê diparêzin û li her devera Kurdistanê bi vî ruhî re gelê me li ber xwe dide. Eger niha em li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û li ber xwe didin, em vê yekê bi kelecana vî ruhî dikin. Hemû hêz ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan. Lê belê gerîlayên HPG û YJA Starê ruhê 15'ê Tebaxê li Şengalê nîşan dan. Ez careke din Cejna Vejînê li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz dikim."
'15'Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ ME MÎLADEKE'
Gerîlayê HPG'ê Karwan Kato diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê yê li Dihê destpê kir li çar parçeyên Kurdistanê belav bû û got, "Di serî de Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz dikim. Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû roja vejînê. Ev têkoşîn û berxwedan, bi roja 15'ê Tebaxê re destpê kir û li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin berxwedana vî ruhî ye. Gelê me yê niha li Rojava û Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide, gelê me yê desthilatdariya ti dewleteke mêtînger qebûl nake, bi vî ruhî li ber xwe dide. Vî ruhî destketî afirand. Roja 15'ê Tebaxê gelê me ji xewnreşkê hişyar kir û kir ku li ber xwe bide. Ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê ji bo gelê me mîladeke. Agirê berxwedanê yê li zîndana Amedê hat pêxistin, bi 15'ê Tebaxê re geş bû, belav bû. Hem ji bo me gerîla hem jî ji bo gelêm e ev roj cejna me ya vejînê ye. Ji bo me rojeke dîrokî ye. Ez careke din Cejna Vejînê li Rêber Apo, şehîdên Pêngava 15'ê Tebaxê, hemû şehîdên me û gelê Kurd pîroz dikim."