Gelo ji ber ku yên li Xizxêrê digirîn Kurd in her kes bêdeng e?
Xalê Yavûz Yildiz ê li Xizxêrê di komkujiya madenê de di binê axê de ma ye, dibêje; ji ber ku yên li ser xizmên xwe digirîn Kurd in, beşek ji civakê bêdeng e.
Xalê Yavûz Yildiz ê li Xizxêrê di komkujiya madenê de di binê axê de ma ye, dibêje; ji ber ku yên li ser xizmên xwe digirîn Kurd in, beşek ji civakê bêdeng e.
Li gundê Maden ê navçeya Xizxêr a Sêrtê, 2 hefte di ser hezaza li madenê rû da, derbas bû. Hê jî 4 karker di binê axê de ne.
Yek ji wan jî ajokarê qemyonê Yavûz Yildiz ê 28 salî ye. Xalê Yildiz Hakan Habîbaktîk ji Stenbolê hatiye Xizxêrê û li benda rizgarkirina biraziyê xwe ye.
Habîbaktîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir, herî dawî rojek beriya hezazê ew bi rêya telefonê bi biraziyê xwe re axiviye.
Habîbaktîk got, "Yavûz mirovekî pak bû, dilê wî paqij bû. Ji dil hevaltî bi her kesî re datanî. 28 salî ye û 2 zarokên wî hene. Piştî du meha zaroka sêyemîn wê ji dayik bibe. Beriya vî karî, cotkarî dikir. Weke nobedar dest bi karê madenê kiribû û ev 2 sal in weka ajokarê qemyonê yê madenê dixebitî. 12 saet piştî rûdana hezazê ez hatim Xizmêrê û ji hingî ve li benda derxistina wî ji binê axê me."
Habîbaktîk bal kişand ser serdana wezîran û Emîne Erdogan û got, "2 roj piştî rûdana hezazê, ti karekî lêgerîn û rizgarkirinê nehat meşandin. Di destpêkê de Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak hate madenê. Li gorî texmîna min, mebesta wî ya ji vê serdanê ew bû, ku tespît bike bê kengî maden ji nû ve bixebite. Piştre Wezı^rê Tenduristiyê Recep Akdag hat. Wî jî xwest biryarê bide ku ev hezaz ne ji ber xemsariyê, ji ber afeta xwezayî rû daye. Piştî 2 rojan jî Emîne Erdogan hat. Emîne Erdogan jî yek ji şirîkên CÎNER Holdîng e ku xwediyê vê madenê ye. Ew jî hat ji bo xwe ji vê şirîkatiyê derxîne."
Hakan Habîbaktî diyar kir, êşa Soma, Ermenek û Xizxêrê yek e, lê xuya ye ji bo hin kesan mayîna 16 kesan di binê axê de ne girîng e. Habîbaktîk got, "Ji ber ku rondikên li Xizxêrê tên barandin ên Kurdan e. Ji ber ku zimanê zêmarê Kurdî ye."