Gelo DAIŞ'ê çeka kîmyewî bi kar anî?

Hat ragihandin ku ji topên hawanê yên çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê avêtin taxên Salihiye û Ezîziyê yên Hesekê, bêhna mîna gaza fuolê li derdorê belav bûye.

Hat ragihandin ku ji topên hawanê yên çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê avêtin taxên Salihiye û Ezîziyê yên Hesekê, bêhna mîna gaza fuolê li derdorê belav bûye.

Çavkaniyên herêmî ji nûçegihanê ANF'ê yê li herêmê re axivîn û diyar kirin ku ji topên hawanê yên çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê avêtin taxên Salihiye û Ezîziyê yên Hesekê, bêhna mîna gaza fuolê li derdorê belav bûye. Nûçegihanê me nîvê şevê çû cihê bûyerê û dît ku li hin cihên topên hawanê lê ketine, şilemeniyeke reş rijiya ye.

Şewat derneketiye, lê belê her çend 24 saet di ser avêtina hawanê de derbas bûye jî, nûçegihanê me ragihand ku bêhneke giran ji derdorê dihat. Vê yekê rê li ber gumana 'çekeke cuda ya kîmyewî heye' vekir.

...